Rûhanî  bo Awrûpayê: “Dibe leskerên we di talûkê de bin”

Rûhanî  bo Awrûpayê: “Dibe leskerên we di talûkê de bin”

PeyamaKurd-Bi sedema ku Îran peymana nukleerî ya bi Fransa, Îngîltere û Almanya re îhlal dike û her sê dewlet duhî biryar dabûn da Îranê bidin komîsyonê, serokê Îranê Hesen Rûhanî bersiva wan da. Rûhanî got ku leşkerên her sê dewletan yên ku li Rojhilata Navînin, dibe ku di “talûkê” de bin.

Rûhanî ragihandina xwe di kanalên televîzyonan yên zindî de aşkera li ber raya giştî ya cîhanê beyan kir. Leşkerên Yekîtiya Awrûpayê li Iraqê, li Emaratan û Bahreynê hene.

Peymana nuklerî di sala 2015an de hatibû îmzekirin lê Trump di sala 2018an de ji peymanê vekişiya û dewletên din man. Niha serê wan dewletan bi Îranê re di belayê de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin