PeyamaKurd - Desteya Geştûguzarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye ku ew pêşbînî dikin di çar rojên Cejna Qurbanê de, zêdetirî 300 hezar geştyar serdana Herêma Kurdistanê bikin.
Berdevkê Desteya Geştûguzarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd ji medya Kurdistanê ra got, 10 roj beriya Cejna Qurbanê zêdetirî 100 hezar geştiyar gihiştin Hewlêrê û ew pêşbînî dikin zêdetirî 300 hezar geştiyar di rojên cejnê de bên Herêma Kurdistanê.
Ebdulmecîd diyar kir, wan amadekariyên tam ji bo hatina geştiyaran li hemû cihên geştiyariyê kirine, otêl, motel û xwaringeh dê ji bo pêşwazîkirin û xizmetkirina geştiyaran vekirî bin.
Îbrahîm Ebdulmecîd wiha pê de çû: “Di çar mehên destpêkê yên îsal de, tevî nebûna werzê geştyarî, lê zêdeyî du milyon geştyaran serdana Herêma Kurdistanê kirine û tê pêşbînîkirin ku îsal zêdetirî heşt milyon geştyaran werin Herêma Kurdistanê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin