Li Kamerûnê di klûbekî sevê de herî kêm 16 kes can dan

Li Kamerûnê di klûbekî sevê de herî kêm 16 kes can dan

PeyamaKurd – Li welatê Kamerûnê li payîtext Yaunde, di klûbekî şevê ya luks de ku xelk li wê derê kêfê dikin, dixwun û vedixwun, di encama teqîna fişekên hewayî de agir pê ket û herî kêm 16 kes mirin û 8 kes birîndar bûn.

Li gor ragihandina hukumeta Kamerûnê, şewat ji ber teqandina fişekên hewayî derketiye. Bi sedema teqîna fişekan agir bi arîkê klûbê ketiye û ji ber teqîn zêde çêbûye, kesên li wê derê ketine panîkê. Li ser bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin