Li Etiyopyayê tenê li eyaleta Amharayê 11 mîlyon birçî hene

Li Etiyopyayê tenê li eyaleta Amharayê 11 mîlyon birçî hene

PeyamaKurd – Li gelek deverên dinyayê li aliyekî şer û li aliyê dinê birçîbûna xelkê ku nikarin ji malbata xwe re nan bibin, heye. Li welatê Afrîka Etiyopyayê li eyaleta Amharayê 11 mîlyon kes li benda alîkaraiya xidayane. Ragihand ji aliyê wezîrê dewletê Selamawit Kassa de hat kirin.

Kassa ragihand ku di navbera hêzên dewletê û Cepha Rizgariyê ya Gel ya Tigrayê (TPLF) şer heye û bandora şer dewam dike. Tenê li eyaleta Amharayê 11 mîlyon kes muhtacê xwarinê ne. Bi sedema şer li Amharayê 1.4 mîlyon kes, li Afarê 1.3 mîlyon kes ji ser cîh û warê xwe rabûne û koç kirine.

Ziwahiya li herêmên Oromiya û Somaliyê bi serê xwe pirsgirêkên cuda ne.

Hukumeta Etiyopyayê duhî, ji bo alîkariya mirovî here eyaleta Tîgrayê, yekalî agirbesê ragihandibû. Li eyaletên cîranên Tîgrayê tenê 2.5 mîlyon kes dev ji cîh û warê xwe berdane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin