Kerkûk | 3 terorîstên DAISê hatin girtin

Kerkûk | 3 terorîstên DAISê hatin girtin

PeyamaKurd – Tevgera rêxistina terorîst a DAIŞê li herêmên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê demên dawî ji nû ve pir bûye. Herî dawî li parêzgeha Kerkûkê, 3 terorîstên DAIŞê hatin girtin.

Li gor berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî diyar kiriye, li nahiya Riyaz ya bajarokê Hewîce li parêzgeha Kerkûkê terorîstekî DAIŞê ji aliyê hêzên polîs ve hat girtin.

Herwiha Amir Nûrî daye zanîn, li nav bajarên Kerkûkê jî du terorîstên din hatin girtin.

Wî efserê polîs eşkere kiriye, beriya niha fermana girtina wan terorîstan hatibû dayîn.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin