Balyozê Amerîkayê, ji Moskowê veqetiya

Balyozê Amerîkayê, ji Moskowê veqetiya

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Moskowê ve daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku dema erka Balyoz John Sullivan, bi dawî bûye û ew ê malnişîn bibe.

Di daxuyaniya hat dayîn de hat gotin ku “Balozê Amerîkayê John J. Sullivan ê ku li Rusyayê erka xwe dikir, ji ber bidawîbûna dema erkdariyê, îro ji Moskowê veqetiya.”

Bi navbeynkariya daxuyaniyê qala erk û peywirên berê yên balyoz Sullivan jî hatin kirin û wiha hat gotin:

"Balyoz Sullivan, di berfanbara 2019an de hatiye ser kar û nêzîkî 3 salan e xizmet dikirin. Her wiha ji 40 salan zêdetir e ku ji Alîkariya Wezîrê Karên Derve heta wezaretên berevanî û bazirganiyê, li gelek qadên payebilind kar kiriye û ew ê êdî ji van nasnavên xwe malnişîn bibe.”

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku heta ku ji aliyê Joe Biden ve kesek di cihê Sullivan de were tayînkirin, dê Alîkara Serokê Misyona Rusyayê Elizabeth Rood, dîplomata herî payebilind a Amerîkayê ya li Moskowê be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin