PeyamaKurd-Serokê Amerîkayê Joe Biden, di salvegera qirkirina Ermeniyan a 107emîn de car din gotina jenosîdê ango qirkirinê bi kar anî. Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê car din bertek nîşanî helwesta Serokê Amerîkayê da.
Ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve ji bo salvegera 107emîn a qirkirina ermeniyan, daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku; “ Di 24ê Nîsana 1915an de rayedarên Osmaniyan, li Stenbolê rewşenbîr û rûspiyên Ermenî girtin. Bi vî awayî Qirkirina Ermeniyan a ku bûyera herî mezin a sedsala 20emîn de dest pê kir. Em îro 1,5 milyon Ermeniyên ku hatin dersînorkirin, hatin qetilkirin an jî kampanyaya ku wan ber bi mirinê dibir, bi bîr tînin û em şîna wendahiyan dikin.” Biden ligel girtina şîna wendahiyan, xwest ku ji bo zarokan hewlên cîhaneke baştir werin zêdekirin.
Peyva ‘qirkirin’ê herî dawî ji aliyê Serokê Berê yê Emerîkayê Ronald Reagan ve di sala 1981ê de hatibû bikaranîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin