PeyamaKurd - Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî hezar paketên xwarinê yên cuda cuda gihande taxa Karêzan a Hewlêrê û li ser şêniyên taxê dabeş kir.
Li gor zanyariyên berdest, îro Pêncşemê (09.04.2020) Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî (BCF) hezar paketên xwarinê li ser şêniyên taxa Karêzan belav kirin.
Hat zanîn ew alîkariyên Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî zêdetir ji malbatên kêmdefet ên taxa Karêzan re hatin kirin.
Herwaha hat zanîn di wan paketên xwarinê de jî pêwîstiyên rojane yên hemwelatiyan hatibûn amade kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin