Li Sûrûcê polîs bi guleyan li mînîbusê xist û 5 kes birîndar bûn

Li Sûrûcê polîs bi guleyan li mînîbusê xist û 5 kes birîndar bûn

PeyamaKurd- Li bajarê Rihayê li navçeya Sûrûcê bi sedema dibe ku alîkariya PKKê bike, navê mînîbusekî xistine lîteyê û bi wê sedemê dema erebe hat texma polîsan, polis bo wê birawestîne bi sîlihan lê da. Hat pêmkirin ku kesên di mînîbusê de ne xebatkarên zîraî ne lê 5 kes ji wan birîndar bûn.

Bûyer li navçeya Sûrûcê li taxa Elîgorê li noqteya polîsan ya derveyê Elîgorê çêbû. Polîs dibêje ku erebe nesekiniyê lê bi sedema ku tê de karmend hebûne û ti kesê firar tinebûye, sedem tine ku erebe raneweste.

Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxaneya Sûrûcê ya dewletê bo tetawiyê. Niha halê birîndaran başe.

Di kontrola polîsan de hat fêmkirin ku di erebê de 19 xebatkar hebûne û ji Sûrûcê diçûn Entabê bo xebatê. Ajotvanê mînîbusê birin baregeha asayîşê da îfadê wî bigrin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin