PeyamaKurd- Revebirên Çîn û Amerîkayê di mijara bazirganiyê de pirsgirêkên ku navbera her dû dewletan de hene, çareser dikin.
Li gora ragihandina ajansa Çînê Şinhua; heyeta Amerîkayê ya di bin serokatiya temsîlkarê taybet yê serokê Amerîkayê û wezîrê xezînê Steven Mnuchin de û heyeta di bin serokatiya cîgirê serkowezîrê Çînê Liu Hı ji de, ji do de, bo çareserkirina mijarên aborî û bazirganî civînan çêdikin.
Civînên her dû aliyan li payîtexta Çînê, li Pekînê hatin kirin û di encama civînan de her dû dewlet, di hinek mijaran de li hev kirin. Bo dewama hevkariyê wê komîsyonên hevpar deynin û têkiliyên xwe dewam bidin kirin.
Her dû dewlet tevî ku di hinek mijaran de li hev kirine jî, wê hêj li ser hinek mijarên mayî di demên pêş de biaxifin. Mijarên ku her dû dewlet li ser wan li hev kirine nehatin ragihandin.
Di demên pêşiya me de, wê gelek mijarên ku di navbera her dû dewletan de pirsgirêkin, zelal bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin