YA biryara dorpêçê da lê navan vesart

YA biryara dorpêçê da lê navan vesart

PeyamaKurd- Konseya serokên dewlet û hukumetan ya Yekîtiya Awrûpayê di civîna xwe de gelek biryarên dorpêçan sitend da deyne ser Tirkiyê lê  xal û kesên ku dorpêçan deyne ser wan, ranegihand û ev tê vateya dê di rojên pêş de an dema ku pêwsit be rabigihîne û tetbîq bike.

Bingeha biryarê dibin ser sondajên bê îzin yên Tirkiyê ku li rojhilata Derya Sipî dikin. Konsey biryara xwe di 11 ê mehê de sitendiye. Konsey dibêje ku kes Kibrisa Tirka nasnake,dewleteka weha tine ye û Kibris biryareka weha nedaye da Tirkiyê xebata sondajê di behrê de bike. Banka navendî ya Almanya ferman daye ku temamê heyiyên Tirkiyê û hinek kesan bi rêjeya wan ve bişînin bo bankayê.

Di vê mijarê de qanûna Awrûpayê ev e ku dema endamekî Yekîtiya Awrûpayê ji sondajên Tirkiyê zerarê bibîne, wê nehêlin ku Tirkiye mal bifroşe derve, hidrokarbon, xaz an petrola ku ji Derya Sipî derbixe, wê pêre dest deynin ser heyiyên Tirkiyê yên li Awyûpayê û nehêli ew berhem bên firotan.

Di biryarê de navên ku li ser wan dorpêç danîne, tev bi dizî tên girtin heya roja wê were.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin