Amerîka teklîfa Patriotan bi pasde sitend

Amerîka teklîfa Patriotan bi pasde sitend

PeyamaKurd- Yek ji rêvebirên wezareta karên derve yê Amerîkayê bo CNN ê ragihandiye ku piştî Tirkiye ji Rûsyayê S-400an kiriye, Amerîka teklîfa ku bo Tirkiyê, bo firotina sîstema Patriotan kiriye, bi paşde kişandiye an ku poşman bûye. Rêvebir weha gotiye:

“Me daîma ji Tirkiyê re got eger S-400 teslîmê Tirkiyê bên kirin, em ê teklîfa Patriotan bi paşde bikşînin. Wexta teklîfa me ya Patriotan temam bû.”

Wezareta karên derve ya Amerîkayê di sala borî de, di meha 12 an de, bo firotina Patriotan bi miqdarê 3.5 mîlyar dolarî îzin dabû ku patriotan bifroşin Tirkiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin