CPJê raporta girtina rojnamevanan ragihand: Tirkiye di rêza 9an de ye

CPJê raporta girtina rojnamevanan ragihand: Tirkiye di rêza 9an de ye

PeyamaKurd - Rêxistina Parastina Rojnamevanan ya Navneteweyî (CPJ) raporta xwe ya binpêkirina mafên rojnamegeriyê ya 2023yan weşand.

Li gor raporta CPJê Tirkiye, di warê girtina rojnamevanan de bi girtina 13 rojnamevanan, di rêza 9an de ye. Rêxistinê destnîşan kiriye ku piraniya rojnamevanên ku ji alî Tirkiyeyê ve hatine girtin rojnamevanên Kurd in.

Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş, ragihand ku hejmara ku di destê wan de ye ji ya CPJê hin zêdetir e.

Gokhan Durmuş got: “Li gor daneyên me niha di girîgehên Tirkiyeyê de 14 rojnamevan hene. Lê di sala borî de bêtirî 100 rojnamevan li Tirkiyeyê di girtîgehan de bûn. Hin ji wan demekê di girtîgehan de man û dûre derketin, lê belê hin ji van hê jî di girtîgehan de ne. Gava em li sala borî temaşe dikin Tirkiye rêza xwe ya serekî diparêze.”

Li gor raporta Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ya sala 2023’yan Tirkîyê di warê zindankirina rojnamevanan de di rêza 9an de ye.

Li gor vê raportê, li Tirkîyê piranîya rojnamevanên hatine girtin Kurd in.

Hevserokê Giştî yê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle-Firatê (DFG) Serdar Altan jî girtina rojnamevanên Kurd wiha şîrove kir: 

“Li Tirkîyê girtina rojnamevanan pirsgirêka sereke ye. Di 2022 û 2023yan de, zêdetirî 30 rojnamevan hatin girtin. Dikarim bêjim ku piranîya wan jî rojnamevanên Kurd bûn. Hevseroka me Dîcle Miftîoglu jî di nav wan de bû, ew hê jî di girtîgehê de ye. Wisa xuya dibe ku ev pirsgirêk li Tirkiyeyê wê di 2024an de jî wê berdewam bike. CPJ jî bi raporta xwe vê yekê piştrast dike.”

Di raporta CPJ de tê dîyarkirin ku li tevahîya dinyayê 320 rojnamevan bi tometên cuda hatine girtin. Ji van rojnamevanan 273 jê mêr û 47 jî jin in.

Li gor raportê karnameya çapemeniyê ya welatên mafê rojnamegeriyê tê binpêkirin wiha ye:

Li Çînê 44, Myanmar 43, Belarûs 28, Rusya 22, Vîetnam 19, Îran 17, Îsraîl 17, Erître 16, Tirkiyê 13, Misir 13 û Erebîstana Sihûdî 10 rojnameger hatine girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin