PeyamaKurd - Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê di ziyareta Washingtonê careke din daxwaz ji Amerîkayê kir ku piştgiriya YPGê bi dawî bike.
Di daxuyaniya Wezaretê de hat destnîşankirin ku Onalê Alîkarê Wezîrê Karên Derva di 1-2yê mijdarê da Amerîka ziyaret kir bi Davîd Haleyê Misteşarê Wezareta Karên Dervay ya Amerîkayê û John Roodê Misteşarê Wezareta Parastina ya Amerîkayê re hevdîtin kir.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di hevdîtinan de li ser îmkanên zêdekirina hevkariya li herêmê û mijarên herêmî yên di navbera herdu welatan da sekinîn, di vê çarçoveyê da mekanîzmayên çalakkirina hevkariya halê hazirî nirxandin.
Di hevdîtinan da hat gotin ku ji ber destpêkirina dewriyeyê hevpar a nexşerêya Minbicê ya ku wezîrên karên derva yên herdu welatan li ser mitabiq man memnun in, aliyê Tirkan bal kişandin ser pêkanîna hemû gavên nexşerêyê.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Di vê çarçoveyê da ji bo îstiqrar û aştiya li Sûriyeyê were tesîskirin û ji bo ewlekariya neteweyî ya Tirkiyeyê lazim dike ku Amerîka angajmana bi YPGê bi dawî bike. YPGê çend roj berê li sînorê me xabetên provokatîf meşand li ser vê bersiv hat dayîn. Li dervayê sînorê me kî xebatên terorê bimeşîne em ê destûrê nedinê. Wekî mayîn me carekî dîsa hesasiyetên xwe yên der barê FETOya serkeşê wê li Amerîkayê da dubare kirin û got ku li benda gavên werin avêtin in."
Tirk ev çend sal in ji Amerîkayê vê daxwazê dikin û herî dawîn gotibûn eger YPG ji Minbicê dernekeve ew dê wê derxin. Herwiha ji bo êrişa rojhilatê Firatê jî gotibûn ewê YPGê ji wir derxin. Ji aliyê din ve jî li ber Amerîkayê digerin ku piştgiriya xwe bi dawî bîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin