PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanê di Konferansa Lûtkeya Bexdayê de ku li paytexta Urdin Emanê birêve diçe, gotarek pêşkeş kir û got, ew destwerdana ti welatekî bo karûbarên xwe yên navxweyî qebûl nakin.
Mihemed Şiya Sûdanî got: “Em hêvîdar in ku ev lûtke encamên baş bi xwe re bîne û hêviyên me yên mezin jê heye. Em daxwazê ji welatan dikin ku ji bo vegerandina pereyên Iraqê alîkariya me bikin.”
Sûdanî têkildarî binpêkirina serweriya Iraqê ya ji aliyê Tirkiye û Îranê ve helwesta xwe nîşan da û diyar kir: “Em naxwazin ti welatek sînorê welatekî din binpê bike. Herwiha em qebûl nakin ti welatek gefan li welatê me bike.”
Serokomarê Fransayê Emanuel Macron jî di lûtkeyê de bal kişand ser binpêkirin û destwerdanên li ser serweriya Iraqê û got, “Sûdanî ji me re got ku Iraq çi ji me divê û çareseriya ji bo Iraqê jî li ba me heye. Em destwerdana her welatekî li ser Iraqê red dikin. Ji ber di encama destwerdanan de welatiyên bê guneh dibin qurbanî. Divê em ji bo parastina serweriya Iraqê alîkar bîn. Em dixwazin di vê lûtkeyê de bigihin biryar û encamek baş.”
Herwiha dema lûtkeyê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Husên Ebdullahiyan rastî hev hatin û Macron bi devkî jê re got ku Îran aloziyan li Rojhilata Navîn derdixe ku Husên Ebdullahiyan jî heman tomet li Fransayê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin