Doza dadgerên ku hilbijartin betal kiribûn hat qebûlkirin

Doza dadgerên ku hilbijartin betal kiribûn hat qebûlkirin

PeyamaKurd - Derheqê 7 dadgerên ku bi dengên xwe hilbijartina Stenbolê betal kiribûn de, serlêdana dozê ya CHPê hat qebûlkirin.

Parlamentarê berê yê CHPê Atilla Kart ragihand ku Dadgeha Bilind a Enqerê bersiv daye serlêdana wan a derbarê 7 dadgerên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) ku biryara dubarekirina hilbijartinên Stenbolê derxistibûn.

Kart li ser hesabê xwe yê medya civakî da xuyakirin ku li gorî bersiva îro gihîştiye ber destê wan, serlêdana CHPê ya sûc a bo 7 dadgerên YSKê hatiye qebûl kirin û li gor yasaya 76an a Dadgeha Şêwirmendiyê lêpirsîn hatiye destpê kirin.

Hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ku 31ê Adara 2019an encam dabû, piştî îtirazên AKPê ji 11 dadgerên YSKê bi dengên 7 dadgeran hatibû betalkirin û ji bo 23yê Hezîranê biryara nûkirina hilbijartinê hatibû wergirtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin