Bahçelî enî li xwe mor kir

Bahçelî enî li xwe mor kir

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî li Enqerê dengê xwe da, lê belê ji dengdanê bêtir birîna mor a li ser eniya Bahçelî bala rojnamevanan kêşa.

Hate hînbûn ku Serokê MHPê ji ber li mala xwe li erdê ketiye û ser û milên xwe li merdîwenê xistiye eniya wî mor bûye û milên wî birîndar bûne.

Bahçelî ku bi birîna li rûyê xwe û bandê li milê xwe bala rojnamegeran kêşa û di medyaya civakî de bû sedema nîqaşan û di van nîqaşan de hate pirsîn: "Gelo çi bi serê Bahçelî hat?" 

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên MHP’ê hatin girtin têkildarî mijara ku bertekên mezin pêk anî; Hate hînbûn ku Bahçelî çend roj berê li malê ketiye û ji ber vê sedemê birînên rûyê wî çêbûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin