Berdevkê HSDê Bali: “Wê Idlib teslîmê rejîmê bêkirin”

Berdevkê HSDê Bali: “Wê Idlib teslîmê rejîmê bêkirin”

PeyamaKurd- Berdevkê çapemeniyê yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mustafa Balî bo tora medyayê bo Rûdawê ragihandiye ku wê bajarê Idlibê teslîmê rejîma Sûriyê bêkirin. Mustafa Bali li ser mijara dahatûya Idlibê ku ji kengê de ye bûye meydana şerê dewletên mezin û grûbên çekdar, agahiyan da. Balî weha dibêje:

“Ji peyamên serokê dewleta Rûsyayê Putin û serokê Tirkiyê Erdoğan bi awayeka zelal tê fêmkirin ku wê Idlibê teslîmê rejîma Sûriyê bikin. Ji ber ku hevdîtinên li Astanayê yên di navbera Îran, Rûsya û Tirkiyê de hatine kirin û peymanên ku girêdane, îşaretê wisa dide.”

Balî di mijara ku hêzên wan yên HSDê terefdariya kîjan hêzî dikin de weha got:

“ Li Sûriyê û li Rojava niha hêzên Amerîka, Rûsya, Tirkiye û yên Sûriyê hene. Nêzî Qamîşloyê hêzên Amerîkî û Sûriyê lihev dan. Em ne li cem ti kesîne an ne îhtiyadê ti hêzî ne. Em û yên sehayê bi hevre dixebitin. Kî çareseriya rastî bike em amade ne bi wan re bixebitin. Eger Sûriye çareseriya siyasî ya rast bike, em amade ne bi wan re lihev bikin. Eger muxalefet jî çareseriyeka rast pêşniyar bike, em bo wan jî amade ne. Di vateya leşkerî de kî bi kê re dixebite, em bi wê mantiqê tevnagerin.”

Balî ragihand ku Rûsya dikare mijara Sûriyê çareser bike û di siyaseta dinyayê de xwediyê roleka mezine. Bi taybetî li Sûriyê rola wî ya serekeye. Di çareseriya siyasî de divê Rûsya bibe garantor.

Li ser mijara Efrînê ku Tirkiye ket Efrînê û wê derê xist destê xwe de Mustafa Bali got ku Rûsya nebûya Tirkiye nikaribû bikeve Efrînê. Em weka Kurd dibêjin ku Rûsya bû sedema ku Tirkiyê Efrînê îşxal kir. Bali vê axaftina xwe li ser gotina berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Marya Zaharova ku gotibû wan Tirkiyê dawetê Efrînê nekirine, vê ragihandinê kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin