PeyamaKurd- Li gor ragihandina Euronewsê; li Dadgeha Mafê Mirovan ya Awrûpayê, li Strsabourgê 58 hezar û 850 dosya li bendê ne ku di derbarê wan de biryar bê dayîn.
Di nava dosyayan de, heya 30 yê meha borî ya 2019an, dosyayên ku hene, di nav welatan de Rûsya di rêza yekem de û Tirkiye di rêza duyem de ye. Di nav giliyan de %24,7 dosyayên Rûsyayê ne ku dike 14 hezar û 800 dosya. Yên Tirkiyê %15,1 e ku dike 9 hezar û 50 dosya. Ûkrayna bi 8 hezar û 700 dosyayî di rêza sêyemde û Romanya di rêza 4 em de ye.
Dosyayên ku ji 37 welatan çûne, rêjeya dosyayê wan ji yên Tirkiyê kêmtirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin