PeyamaKurd – Di gera serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ya welatê Îmaratan de, bi heyet û karesazan ve, bi Îmaratan re bi miqdarê 50,7 mîlyar dolarî peyaman îmze kirin. Peymanên navbera her dû dewletan wehane:
-Peymana navbera Ofîsa veberhênanê ya serokkomariya Tirkiyê û konseya veberhênanê ya navdewletî ya Îmaratan,
-Peymana navbera Ofîsa veberhênanê ya serokkomariya Tirkiyê û Ofîsa veberhênanê ya Abû Dabiyê,
-Peymana avakirina wezareta bazirganî ya Tirkiyê û wezareta aboriyê ya Îmaratan,
-Peymana sanayiya bergiriyê,
-Peymana hevkariya stratejik ya enerjî û çavkaniyên xwezayî,
-Peymana parastina teşwîqa veberhênanê ya navbera her dû dewletan,
-Peymana navbera Türkiye İhracat Kredi Bankası A.Ş. û ya Abu Dabi Kalkınma Holding Şirketi (ADQ) yê,
-Peymana navbera wezareta xezînê û maliyê ya Tirkiyê û ADQ ya Abû Dabiyê,
-Peyamana alîkariya hev ya her dû dewletan ya di sehayên hûqûqî û bazirganî de,
-Peymana navbera her dû dewletan ya di seha mijarên cezayî de destekdana hev,
-Peymana îadekirina sûcdaran ya navbera her dû dewletan,
-Peymana mijarê dîjîtal ya navbera wezareta sanayi û teknolojiyê ya Tirkiyê û wezareta teknolojiya pêşketî ya Îmaratan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin