PeyamaKurd – Dadgeha Bilind a Rêveberiya Xweser a Cebelîtariqê biryar da ku keştiya Îranê ya tankêra petrolê ku 4ê Tîrmehê di çarçoveya dorpêçên Amerîkayê de hatibû desteserkirin were serbest berdan.
Beriya vê biryarê Hikûmeta Amerîkayê ji rêveberiya Cebelîtariqê ya girêdayî Brîtanyayê daxwaza destdanîna ser tankera neftê ya Îranê kiribû, lê beriya ku ev daxwaz bicih were dadgeha Cebelîtariqê ev biryar derxist.
Dadgerê Dadgeha Bilind a Cebelîtariqê piştî biryarê ragihand ku daxwaza Amerîkayê ya rawestandina keştiya Îranê negihîştiye ber destê wan û loma jî biryara serbest berdana wê hatiye dayîn.
Gelek pispor û şarezayên Rojhilata Navîn vê biryarê wekî serkeftina Îranê dinirxînin.
Lewra Îranê jî beriya niha keştiyên bazirganî yên Brîtanyayê desteser kiribûn û ji bo parastina keştiyên bazirganî hikûmeta Brîtanya neçar mabû, keştiyên şer ji bo refeqeta wan bişîne Kendava Basrayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin