Sererkanê berê yê Tirkiyê li ser gilîkirina parlamentarên AKPê îfade da

Sererkanê berê yê Tirkiyê li ser gilîkirina parlamentarên AKPê îfade da

PeyamaKurd – Sererkanê berê yê Tirkiyê Îlker Başbug, li ser daxuyaniyeke derbarê bicihbûna FETOyê (Cemaeta Fethullah Gulen) di nav artêşa Tirkiyê de (Dema ku bi AKPê re şirîkatî dikir) ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve bi tundî hatibû rexnekirin û bang li parlamentarên partiya xwe kiribû dozê lê vekin.

Li ser gilîkirina parlamentarên AKPê îro 12ê Hezîranê Başbug derket pêşberî dozgeriyê û îfade da.

Başbug di daxuyaniyeke xwe de gotibû, heger deshilatî dixwaze FETOyê tune bike, divê li lingê wê yê siyasî binêre û AKP îşaret kiribû. Lê Erdogan li ser vê daxuyaniyê bang li parlamentarên xwe kiribû giliyê wî li dadgehê bikin.

Îlker Başbug ku ji ber doza Ergenekonê 26 mehan di girtîgehê de bû, îro îfade da û bi daxuyaniyekê ragihand ku wî têkoşîneke gelekî mezin li hember FETOyê di nav artêşê de daye ku ji ber wê bi îdamê hatiye dadgehkirin û niha jî car din wek tohmetbar bang lê kirine ku îfadeya xwe bide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin