Serok Barzanî sekreterê Tevgera Fetîhê qebûl kir

Serok Barzanî sekreterê Tevgera Fetîhê qebûl kir

PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê serokê dewleta Fîlîstînê yê Mehmûd Abbas û hem sekreterê giştî yê Tevgera Fetîhê Cibril er-Racub, ji aliyê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de hat qebûlkirin.

Di hevdîtina bi serok Barzanî re konsolosê Fîlîstînê yê Hewlêrê Nazmî Hizûrî jî amade bû. Er-Racub silavên Mehmûd Abbas gihande serok Barzanî û balê kişand ser têkiliyên dîrokî yên navbera Fîlîstînê û xelkê Kurdistanê.

Cibril er-Racub di hevdîtinê de behsa şerê li dijî İŞİD ê û pêşdeçûnên li herêma Kurdistanê kir û razîbûna xwe ragihand.

Serok Mesûd Barzanî di hevdîtinê de sipasiya serokê dewleta Fîlîstînê Mehmûd Abbas kir û got ku xelkê Fîlîstînê di wextên zahmet de alîkariya xelkê Kurdistanê kiriye.

Meseleyên herêmî û pêşdebirina têkiliyên navbera her dû aliyan mijarên her dû terefan bûn ku li ser wan axifîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin