PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Misrê Samîh Şukrî, piştî qutbûna pêwendiyên dîplomatîk bi Tirkiyê re, bi deh salan ji bo serxweşiya karesata erdhejê serdana Tirkiyê kir.
Di serdanê de, Şukrî bi hemkarê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu re civiya û li ber bendera Mersînê ku keştiya alîkariyê ya Misrê El Hurriye daxuyanî dan.
Çavuşoglu ji ber alîkariyên rêveberî û gelê Misrê spasî kir û diyar kir ku piştî erdhejê bilez alîkarî ji Misrê hatine û herî dawî 520 hezar ton alîkariyên din gihîştine wan.
Wezîrê Tirk herwiha diyar kir ku Tirkiye û Misrê li ser lihev kirine ku pêşî wezîrên derve hevdîtinê bikin û piştre jî di asta serokan de bicivin.
Samîh Şukrî jî sersaxî da Tirkiye û gelê Tirkiyeyê û got: “Hatine me ya vê derê peyama dostanî û hevkariyê ye. Em wek hikûmeta Misrê bawer dikin ku wê Tirkiye di demeke nêz de ji heqê encamên erdhejê derkeve... Ji niha û şûnde jî em ê alîkariyên xwe dewam bikin.”
Şukrî herwiha diyar kir ku ew di çarçoveya îradeya siyasî de, girîngiyê didin vegerandina pêwendiyên Misir û Tirkiyeyê ku wekî berê bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin