PeyamaKurd- Wezîfedarekî MİT a Tirkiyê di dema merasima cenaze hatibû çêkirin, wêneyên merasimê di bernama zindî de, di Oda TV de belav kiribûn. MİT ê vê weşanê weka îfşakirina an ku aşkerakirina xebatkarên xwe nirxandibû û dozê li rojnamevanan vekiribû. Li ser bûyerê rêvebirê giştî yê weşanê yê Oda TV yê Barış Pehlivan, berpirsê xeberan yê sîteyê Barış Terkoğlu, rojnamevan Hülya Kılınç û Murat Ağırel hatibûn girtin ku bi temamî 8 kes bûn.
Îro li Îstenbolê li Edliya Çağlayanê her 8 kes cara duyê ye ku derketin dadgehê û dadgeh biryara berdana her sê rojnamevanên zîndanîkirî da. 5 ji wan ji derve de dihatin darizandin.
Rojnamevanên ku 6 mehe zîndanî ne; Hülya Kılınç, Barış Pehlivan û Murat Ağırel serbest hatin berdan.
Dozger dema li dijî wan dozê vekir, tohmeta ku ber bi wan de dida wehabû:
“Ew belge an tiştên dewletê ku divê bi dizî bimîne di çapemeniyê de ragihandine.”
Niha di zîndanê de rojnamevan neman lê rojnamevanên ku ceza sitendine mafên wan heye ku îtîrazê li cezayê xwe bikin û heya Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpayê herin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin