PeyamaKurd - Di derheqê jinek Kurd a Diyarbekirî, bi îdîa ‘’Alîkarîkirina rêxistinê’’ kiriye lêpirsîn hatibû vekirin. Ji bo vê lêpirsinê jê daxwaza îfade dayînê hat kirin û di encamê de ew û herdu zarokên xwe yê 10 mehî û 2 salî hate girtin.
Piştî lêpirsîna ji aliye Serdozgeriya Komarê ya Licê ve hat destpêkirin, jina bi navê Eylem Oyunlu (27) piştî îfade dayîna xwe, tevî herdu zarokên xwe yê 10 mehî û 2 salî hat girtin. Eylem Oyunlu tevî pitika wê ya ku hê nasnama wê dernexistiye şandin Zindana Girtî Diyarbekirê ya Jinan.
Berî wê dê, xwişk û birayê wê jî hatibû binçavkirin
Piştî operasyona leşkerî ya 14 Nîsanê li Licê pêk hat, ji malbata Eylem Oyunlu, diya wê Dilber, xwişka wê Tuba û birayê wê Harun Oyunlu jî di 20 Nîsanê de bi îdîaya ‘’Endambûna rêxistinê’’ û ‘’ Alîkarîkirina rêxistinê’’ hatibûn girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin