PeyamaKurd-Wezareta karên derve ya Amerîkayê bo sala 2018an rapora xwe ya bo Mafên Mirovan ragihand. Di beşa Erebistana Si’ûdi de, di behsa rojanamevanê kuştî Cemal Kaşıkçı de navê welîahd prens Muhammed Bîn Selman derbas nabe û ev bala herkesî dikşîne.
Rapor, bi tevlîbûna wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bo çapemeniyê û raya giştî hat ragihandin. Di raporê de hinek tiştnên giştî derbas dibin. Weka:
“Dewletên ku azadiya protesyoyên bo îfade û aştiyê kêm dikin, di heman demê de şiddetê li ser civakên kêmnetewe, etnîk û olî jî dikin. Dewletên otorîter bi sedema ku ji kontrola civaka sîvîl ditirsin, zorê didin ser milletê.”
Di raporê de behsa DEAŞ û rêxistinên din yên şiddetê dike û dibêje:
“DEAŞ, Hîzbûllaha Îranê, El Qaîde, Talîban û grûbên din, qetlîam, bombekirin revandina mirovan, binçavkirina li dijî qanûn, îşkence û derxistina kesan ji malên wan bi sedema nasnameya wan ya mezhebû û sûcên weha kirine.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin