PeyamaKurd – Topxaneya Îranê deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê da ber topan û li gorî zanyariyan, herî kêm sivîlek hat kuştin û ji heman malbatê 2 sivîl jî birîndar bûn.
Pasdarên Îranê bi behaneya hebûna pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê, îro danê nîvro deverên Berbizin, Helgord û Kêlaşîn yên Başûrê Kurdistanê, ku li ser sînorê Rojhilat in topbaran kir.
Di encama wê êrîşê de keçikeke bi navê Zeytûn Qadir hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku kuştî û birîndar hemû endamên malbatekê ne.
Dîsa li gorî jêderên herêmê tê ragihandin ku Îranê dest bi topbarankirina devera Balekayetî ya Başûrê Kurdistanê jî kiriye ku dikeve nav sînorên paytext Hewlêrê.
Hêjayî bibîrxistinê ye, doh li bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê sê pasdarên Îranê ji aliyê pêşmergeyên Rojhilat ve hatibûn kuştin û piştî wê rûdanê fermandarekî pasdaran gefa tolhildanê li pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê xwaribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin