Talîbanê bersiv da biryara berxwedanê ya Pençsîrê û kurê Sah Mesûd!

Talîbanê bersiv da biryara berxwedanê ya Pençsîrê û kurê Sah Mesûd!

PeyamaKurd – Kurê ehmed Şah Mesûd ê  fermandarê efsaneyî yê herêma Pençşîr a Afganistanê, Ehmed Mesûd piştî ku Talîbanê Kabul kontrol kir û dest danî ser deshilatiyê tevî şervanên xwe li Pençşîrê bi nameyekê banga berxwedanê kiribû û alîkarî di serî de ji Amerîka û welatên rojavayî xwestibû.

Berdevkê Talîbanê li ser banga berxwedanê û biryara şerkirinê li dijî Talîbanê ya Ehmed Mesûd daxuyanî da.

Berdevkê Talîbanê Suheyl Şahîn ragihand ku plana wan a operasyonekê li dijî herêma Pençşîr a di bin kontrola Ehmed Mesûd de amade ye û gefa êrîşê xwar.

Şahîn herwiha gotiye, hêza wan a ketina Pençşîrê heye, lê ew naxwazin xwîn bê rijandin û diyar kiriye ku ew dê bi rêya gotûbêjan û rêyên aştiyane tevbigerin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin