Li Almanyayê di festîvala mûzîkê de sewat: 23 kes birîndar bûn

Li Almanyayê di festîvala mûzîkê de sewat: 23 kes birîndar bûn

PeyamaKurd - Li Almanyayê di dema ku festîvala muzîkê pêk dihate de agir bi çerxa ferrisê ket. Di encama şewatê de 23 kes birîndar bûn.

Di şewata ku di festîvala muzîkê ya li nêzîkî bajarê Leipzig ê Almanyayê hat lidarxistin de 23 kes birîndar bûn.

Di derbarê sedema derketina agir de heta niha agahiyeke fermî nehate ragihandin..

Şewata çerxa Ferrisê ya Festîvala Highfieldê ya ku li ser Gola Störmthaler a li nêzî bajarê Leipzig ê li rojhilatê Almanyayê hate lidarxistin bû sedema metirsiyeke mezin.

Hate gotin ku şewat, ji kabîneke çerxa Ferrisê derketiye û derbazî kabîneyên din bûye.

Hat ragihandin ku kabîna ku şewat lê derketiye vala bûye. Sedema şewatê hêj nayê zanîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin