Reuters: Hevkariya HSDê û Amerîkayê wê bidome

Reuters: Hevkariya HSDê û Amerîkayê wê bidome

PeyamaKurd - Ajansa nûçeyan a Reutersê ku xwe dispêrê rayedarekî payebilind ê amerîkî ragihand ku wê hevkarîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, wê bidome.

‘Niyeta me tune ku em vê hevkariyê bi dawî bikin’

Rayedarê payebilind ê amerîkî got: Niyeta me tune ku em vê hevkariyê bi dawî bikin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo jî hefteya borî li Berlîn a Almanyayê diyar kiribû ku ew ê hevkarîya xwe ya bi HSDê re bidomînin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wê îro li Washingtonê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive û tê çaverêkirin ku herdu li ser HSDê û YPGê jî gotubêj bikin.

Amerîka, di têkoşîn li dijî DAIŞê wek ‘hevkarekî girîng’’ dibîne, lê dewleta Tirkiye, YPGê wekî ‘rêkxistineke terorîst’ dihesibîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin