Li Batmanê ji bo festîwalên çand û gestiyariyê mesa kortejê hat kirin

Li Batmanê ji bo festîwalên çand û gestiyariyê mesa kortejê hat kirin

PeyamaKurd – Ji bo danasîna Batmanê di asta natewî û navdewletî de, di seha dewlemendiya çand, geştiyarî û gastronomiye de,ji bo festîwalên ku bên kirin meşa kortejê hat pêkanîn. Festîwal wê li 5 navçan di rojên cuda de bên kirin. Festîwal bi hevkariya rêvebiriya çand û tûrîzmê, rêvebiriya taybet ya bajêr û şaredariya Batmanê tên kirin.

Meş, ji Bulwara Turgut Özal destpêkir û heya Parka Ataturk dewam kir. Di meşê de parêzgerê Batmanê Ekrem Canalp, qeymeqamên navçan, şaredarên navçan, rêvebirên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên sîvîl û hemwelatî hebûn. Li gor rêxistina festîwalan rojên kirina wan wehane:

-Bişêrî:  Di 20 ê Êlûnê de festîwala ‘danûk û fistiqan’,

-Sason: Di 30 Êlûn-1ê Cotmehê de festîwala ‘hingiv, çîlek û gûzên zozanan’,

-Kercews: Di 4 ê cotmehê de festîwala ‘mehserê ya 2em’,

-Heskîf : Di 7 ê Cotmehê de festîwala ‘avê, sporên xwezayê û tûrîzmê’,

-Hezzo: Di 21-22ê Cotmehê de festîwala ‘Şehrî Zor, xweza, çand û tûrîzmê’,

Parêzgerê Batmanê Ekrem Canalp ragihand ku ew Batmanê amade dikin da bibe şaredariya mezin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin