PeyamaKurd – Di şerê du rojan de yê navbera Ermenistan û Azerbeycanê yê ser sînor de, dewleta Azerbeycanê cenazê 32 leşkerên Ermenî teslîmê Ermenistanê kir. Komîsyona Azerbeycanê ya dîl, wenda û rehînan di ragihandina xwe de got ku di 12-14 ê êlûnê de, di şerê ser sînor de cenazên 32 leşkerên Ermenî yên hatibûn kuştin, piştî hatine kontrolkirin, hat dîtin ku di cesedan de ciyê derbê tine û ji aliyê Ermenistanê de teslîm hatine sitendin.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku cesedên din yên mane, piştî karên pêdivî bên kirin, wê teslîmê Ermenistanê bên kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin