HDPê ji bo erdheja Elezîzê maseyeke krîzê ava kir

HDPê ji bo erdheja Elezîzê maseyeke krîzê ava kir

PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê erdheja li Elezîzê, maseyeke krîzê ava kir.

Cîgirê Hevserokê HDPê Selim Kaplan eşkere kir ku wan li navenda giştî maseyeke krîzê pêk anîye û ragihand ku ew dê hemû derfetên xwe seferber bikin.

Cîgirê Hevserokê HDPê Kaplan diyar jî kir li şaredariyên Êlih û Patnosê hemû amadekarî hatine kirin û diyar kir ku tîmên ser bi şaredariya Erxeniyê ve jî gihiştine Elezîzê.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin HDP helmeteke alîkariyê bide destpêkirin bo kesên di erdhejê de zirar dîtine û herwiha dê şandekê bişîne Elezîzê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin