PeyamaKurd - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş ê ku niha li girtîgeha Edirneyê girtî ye, dibe ku bibe namzedê şaredariya Diyarbekirê ji bo hilbijartinên 31ê Adara 2019an.
Nivîskara malpera Duvarê Nergis Demirkaya nîqaş û nirxandinên nav HDPê yên li ser kandîdkirina Demirtaş bo bajarê Amedê belav kir.
Li gor nîqaş û nirxandinên nav HDPê yek ji wan kesên bibe namzedê şaredariya Amedê Demirtaş e û bi awayekî cidî li ser navê wî tê axaftin.
Dîsa li gor nirxandinan, HDP dê îhtimala ku ji nû ve qeyûm li şûna şaredarên wan werin tayînkirin jî li ber çavan bigire û namzedên xwe li gor wê diyar bike.
Hêjayî gotinê ye, Selahattîn Demirtaş ku niha li girtîgehê dimîne û gelek doz li ser hene, hîn cezayek ji aliyê dadgehê ve li ser nehatiye sepandin û lewma jî çawa ku bibû namzedê serokomariyê niha dikare bibe namzedê hilbijartinên şaredariyê jî.
Li aliyê din tê çaverêkirin sibe 20ê Mijdarê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî li ser binpêkirinên hiqûqî ku parêzerên Demirtaş serlêdan kiribûn biryarekê bide ku îhtimala tehlîyekirina Selahattîn Demirtaş derkeve holê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin