Yûnanistanê bêçek kirina giravên Egeyê red kir

Yûnanistanê bêçek kirina giravên Egeyê red kir

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Yûnanistanê ragihand ku wan daxwaz Tirkiyê ya bêçek kirine giravên Egeyê red kiriye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu beriya niha Yûnanistan bi binpêkirina peymanên Lozan û Parîsê tawanbar kiribû û gotibû, rêveberiya Atîna bi statuya wan giravan dileyîze û bi çek kirina giravan peymanan binpê dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Yûnanistanê Aleksandros Papaioannou bersiv da Tirkiyê û ragihand, "Ew hemû tawanbariyên rayedarên Tirk ên derbarê statuya giravên Egeyê de red dikin. Ew tawnbarî li dijî hiqûqa navdewletî û prensîbên bingehîn in ku li derveyî mentiqê ne.”

Herwiha rojnameya Kathimerini ya Yûnanî jî eşkere kiriye ku rêveberiya Atînayê daxwazên bêçek kirina giravan red kiriye û nameyek li ser mijarê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re şandiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin