PKK pistî hewldanên malbatê neçar ma Pêsmergeyê ku pêr revandibû azad bike

PKK pistî hewldanên malbatê neçar ma Pêsmergeyê ku pêr revandibû azad bike

 PeyamaKurd – Çekdarên bi ser PKKê ve du roj berê li Şingalê Pêşmergeyekî bi navê Xalîd Reşo Berekat revandibûn ku hat ragihandin, îro ew Pêşmerge hatiye berdan.

Piştî revandina Xalîd Reşo Berekat a ji aliyê PKKê ve kesûkarên wî Pêşmergeyê revandî, molet û hişyarî dabûn PKKê ku di demeke herî zû de wî azad bikin, heger na ew ê li hember wan rawestin.

Pismamê Pêşmergeyê revandî Xelef Dexîl ji medya Kurdistanê re got: “Ew kurmamê me ev du sal in bixwe û malbata xwe ve çûye Şingalê û lêkolîn li gel wî kirine, lê me wek merivên wî me hişyarî da PKKê ku di demeke kurt de azad bikin. Ji ber wê jî neçar man wî azad bikin.’’

Herwiha Dexîl diyar kir: ‘’Piştî azadbûna wî kurmamê me, em dixwazin ew û malbata xwe bêne parêzgeha Duhokê, ji bo ku jiyana xwe û malbat û zarokên wî jî parastî bin.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin