PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî (Ebdî) ji berpirsekî bilind ê Amerîkayê re got, eger hûn nikarin me biparêzin, dest ji me berdin û em jî rêkeftinê bi Rûsya û Sûriyê re bikin, daku ew nehêlin balafirên Tirkiye bombardimanê bikin.
Li gorî zanyariyên gihîştine, fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî di civîna roja Pêncşemê ya ligel Cîgirê Nûnerê Taybet ê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, gazin ji Amerîkayê kir ku di demeke gelekî dijwar de ew tenê hiştine.
Mazlûm Kobanî di civînê de gotiye: “Ne hûn xelkê diparêzin û ne dixwazin hêzeke din were wan biparêze.”
Kobanî ji Amerîkayê xwestiye ku êrîşa Tirkiyê rawestîne yan jî rê bide wan ew rêkeftinekê bi hikûmeta Sûriye û Rûsyayê re bikin û herêma qedexeya firînê bê avakirin ji bo ku balafirên şer ên Tirkiyê nikaribin bi kêfa xwe wan bombardiman bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin