SOHR: Rûsya li Rojava baregeheke leskerî ava dike

SOHR: Rûsya li Rojava baregeheke leskerî ava dike

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, ragihand ku Rûsya li Rojavayê Kurdistanê baregeheke leşkerî ava dike.

Li gorî ragihandina SOHRê, hêzên rûsî li nêzî Dêrik a ser sînorê Tirkiyê, li devera Qeser Dibê bargeheke leşkerî ava dike ku heta niha 12 wesayîtên zirpoş û radar tê de hatine bicihkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li demeke ku hêzên Rûsî û Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê têne pêşberî hev û rêgiriya hevdu dikin de ji Rûsyayê pêngaveke wiha tê avêtin.

Herwiha baregeha ku Rûsya li Dêrikê ava dike, nêzîkî sînorên Rojava û Başûrê Kurdistanê ye ku hêzên Rûs-Tirk li wê herêmê dewriyeyên hevbeş pêk tînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin