PeyamaKurd – Di xwepêşandanên bi sedema zîndanîkirina serokkomarê berê yê Komara Afrîka Başûr Jacob Zuma de, jimara kesên mirine gihaye 72 kesan.
Jacob Zuma bi sedema ji dadgehê re serî dananîbû 15 meh ceza dabûnê û di pey de hat zîndanîkirin. Li ser girtina Zûma xelk xwepêşandanan kiribû û polîs têr nekiribû da ber li bûyeran bigre. Li ser bûyeran leşkerên artêşê daketibûn kolanan. Rêvebiriya polîsan ya asayîşê li ser mijarê weha ragihand:
“5 roje tevger dewam dikin. Ji roja tevger destpêkirine heya niha bi giştî 72 kes jiyana xwe ji dest dane.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin