PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hunermendekî Kurd ê li Kerkûkê, li ser tunebûna xizmetguzarîyan û xemsariya rêveberiya bajêr, li parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî û Qeymeqamê Kerkûkê doz vekir.
Hat zanîn ku hunermend Zanyar Cûme hefteya borî li ser tunebûna xizmetguzarî û xemsariya îdareya bajêr, li dijî Parêzgar û Qeymeqamê Kerkûkê doz vekiriye ku biryar bû îro yekem rûniştina dadgehê birêve biçe, lê belê ew di rûniştinê de amade nebûne.
Li gorî nûçeya K24ê Zanyar Cûme gotiye: “Doh ji aliyê dadgehê ve hatim agahdarkirin ku îro rûniştina darizandinê heye, ez îro çûm dadgehê, lê belê ne parêzgar, ne jî Qeymeqamê Kerkûkê amade nebûn, dadger gotinên min wergirtin û min hemû giliyên xwe pêşkêş kirin, dadgehê soz da ku di rûniştina duyem de parêzgar û qeymeqam dê amade bin.”
Hunermendê Kurd daye zanîn: “Gilîyê min li dijî parêzgar û qeymeqam, li ser tunebûna xizmetguzariyan e, ev bajar bûye zibilxane, daxwaza sereke ew e ku demên dayîna elektrîkê li Kerkûkê gelek kêm e û buhayê elektrîka jeneratorê gelek giran e, loma min daxwaz kir ku kêşeyên me werin çareserkirin, bihayê elektrîka jeneratorê were kêmkirin, herwiha li nava bazarê jî rêgirî li kar û xebatên xelkê tê kirin, welatî nikarin kar bikin, berê xelk ji bajarên din dihatin Kerkûkê dixebitîn, niha bazara Kerkûkê bêkar e.”
Zanyar Cûme gotiye: “Dadgehê ji min re got, cara ewil e parêzgar û qeymeqam li ser giliyê welatiyekî ji bo dadgehê têne bang kirin.”
Cûme diyar kiriye: “Eger li Dadgeha Kerkûkê derbarê wan de lêpirsîn neyê kirin û bê encam bibe, ez ê li Wezareta Dadê doz vekim, eger li wir jî nebe, ez ê li Neteweyên Yekbûyî doz vekim, heta bi encam nebe ez ê dest jê bernedim, nabe tevî van hemû dahatên petrolê, rewşa bajarê Kerkûkê wiha be.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin