PeyamaKurd – Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Dr. Fahrettin Koca tabloya îro ya Kovid-19 ê belav kir û li ser tedbîra nederketina derve û encama wê, di ser hesabê xwe yê medya civakî de li ser tabloyê şiroveyan kir: Koca di şiroveyên xwe de weha got:
“Îro 3.412 nexweşên me yên hatine tesbît kirin hene. Jimara nexweşên aktîv û nexweşên giran kêm dibe. Jimara nivînên nexweşxan, beşên hûrlênêrînê û kesên bi cîhazên nefesê ve girêdayîne kêm dibin. Bi bicîhanîna tedbîran re em encamên baş distînin.”
Li gor tabloya pandemiyê ya îro jimareyên dawî yên bi sedema Kovid-19 ê wehane:
22.635.637 test heya îro hatine kirin.
2.043.704 test heya îro posîtîv derketine.
18.351 nexweş heya îro wefat kirine.
5.192 nexweş îro di haletên giran de ne.
1.835.705 nexweş heya îro baş bûne.
196.110 test îro hatine kirin.
19.103 test îro posîtîv derketine.
3.412 nexweşên îro hene.
254 nexweş îro wefat kirine.
34.419 nexweş îro baş bûne.
%4.1 di nexweşan de zaturye heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin