Stenbol | Bi tohmeta pêwendî û endamtiya PKKê 8 kes hatin desteserkirin

Stenbol | Bi tohmeta pêwendî û endamtiya PKKê 8 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd –  Li Stenbolê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, bi tohmeta pêwendî û endamtiya PKKê, 8 kes desteserkirin.

Li gor çapemeniya Tirkiyê, saetên sibeha Îro, tîmên girêdayî Dije Teror a Stenbolê ve û tîmên taybet, operasyonek encam dan.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, ew operasyon di encama zanyariyên îstîxbaratî de hatiye pêkanîn bo desteserkirina 9 kesan ku hatiye îddîakirin “bi şêweyekî nihênî çûne Stenbolê.”

Herwiha li gor zanyariyan, ji bo desteserkirina wan 9 kesan li 5 navçeyên ciyawaz hêzên Tirkiyê bi ser navnîşanên hatibûn destnîşankirin de girtin û 8 kes desteserkirin.

Piştî pişkinîna tendurustî ya kesên desteserkirî, bi mebesta lêkolînê bo şaxa Dije Terora Stenbolê hatin veguhastin û hatiye gotin ku operasyona bo desteserkirina kesê din berdewam e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin