Fransa: Santaj nayê qebûlkirin, divê Tirkiye jî wekî YEyê peymanê bicih bîne

Fransa: Santaj nayê qebûlkirin, divê Tirkiye jî wekî YEyê peymanê bicih bîne

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, li ser krîza penaberan ku Tirkiyê derî vekirine û wan bi ser Ewropayê de dişîne got ku Tirkiye şantajê dike tevî ku Yekîtiya Ewropayê 4 sal in li gorî rêkeftina penaberan a digel Tirkiyê tevdigere.

Le Drian li meclîsa netewî ya Fransayê axivî û daxwaz ji Tirkiyê kir ew jî wekî Fransa û YEyê li gorî peymana penaberan a hatiye îmzekirin tevgire û got, "Bi ti awayî nayê qebûlkirin ku mijara penaberan ji bo fişara li ser Ewropayê wekî şantaj were bikaranîn.”

Tirkiyê di peymana penaberan a sala 2016an de qebûl kiribû ku bi bedêla 6 milyar euroyên Yekîtiya Ewropa bide, nehêle penaber derbasî ewropayê bibin, lê hefteya borî ji bo şer û aloziya li Idlibê biryara vekirina deriyan dabû û bi hezaran penaber ber bi sînorên Yunanistan û Bulgaristanê ve herikîbûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin