PeyamaKurd – Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê ragihand ku ew ê li ser enerjiya nû û mijarên din bi karsaz û şîrketên Romanyayê re hevahengiyê bikin.
Îro sêşemî 16.07.2024 Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand ku şandeke ku ji kardêr û nûnerên şîrketên Romanyayê pêk tê, bi serokatiya Balyozê Romanyayê yê li Iraqê Rado Dobre û Serkonsolê Romanyayê yê li Hewlêrê Petre Constantine wê serdana Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê bikin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heyet wê bi karsaz, şîrket û karsazên herêmê re hevdîtinên dualî pêk bîne.
Di civînan de, enerjiya nûjenkirî, karsazî, şêwirmendiya darayî, hesabkirin, têkiliyên karsaziya navneteweyî, pisporiya çavkaniyên mirovî, sêwirandin, çêkirin, avahiyên sivîl û pîşesaziyê, avahiyên sivîl ên niştecîh û neniştecîh û herwiha avakirina saziyên enerjiyê yên nûjen û jiyanê û sertîfîkayên çandiniyê wê bêne gotûbêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin