Serok Barzanî ji bo çaksaziyên hikûmetê pistgiriya xwe ragihand

Serok Barzanî ji bo çaksaziyên hikûmetê pistgiriya xwe ragihand

PeyamaKurd - Serok  Barzanî  li gel Berpirsê Desteya Rêxistina Cemawerî û Pîşeyî yên PDKê û her sê Sekreteriyeta Jinan, xwendekaran û ciwanan  civiya û di civînê de piştevaniya xwe ji bo çaksaziyên hikûmetê derbirî.

 Îro roja Şemî (14.12.2019) li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel Berpirsê Desteya Rêxistina Cemawerî û Pîşeyiyên Partiya Demokrata Kurdistanê û her sê Sekreteriyeta Afretan(Jinan) û Qutabiyan(Xwendekaran) û lawan(Ciwanan) civiya.

Li gorî malpera KDP.infoyê Serok Barzanî di wê civînê de gotarek li ser rewşa siyasî û guhertinên dawî yên li ser asta Iraq û navçeyê kir û herwiha balkişand li ser gefên li pêş gelê Kurdistanê û rûbirûbûna wan.


Serok Barzanî behsa rola karîger û navbeynkar a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li parastin û berevanîkirina Kurdistanê û ragihand ku di hilbijartinên bihurî da xelkê Kurdistanê piştgiriya helwestên PDK kir.

Serok Barzanî di civînê de herwiha piştevaniya xwe ji bo proje û bernameyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li babeta çaksazî ya di warên cûda cûda de, her wiha rêxistin û baştirkirina rewşa hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê derbirî.

Di beşeke din a vê civînê de Serok Barzanî balkişand ser rola jin, xwendekar û ciwnan û piştgiriya xwe ya tevahî ji bo daxwaza ciwan, xwendekar û jinan ragihand û daxwaz jî kir ku ew sê rêxistinên girîng ji bo wan prensîpên xwe vegerin ku bi wê navê de hatine damezrandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin