Hûsî êrîsê sînorê Erebistana Si’ûdiyê kirin

Hûsî êrîsê sînorê Erebistana Si’ûdiyê kirin

PeyamaKurd – Hûsiyên ku Îran destekê dide wan ragihandin ku li deverên nêzî Erebistana Si’ûdiyê ji leşkerên Sûdanê hene ku hatine kuştin û hene ku dîl hatine girtin. Ragihandina êrîşên Hûsiyan ji aliyê ajansa SANA yê ya Hûsiyan ve hat kirin.

Li gor ragihandina SANA yê; li başûrê Erebistanê nêzî bajarê Cîzanê, Hûsî êrîşê hêzên koalîsyonê kirine, ji leşkerên Sûdanê gelkî kuştine û hinekan dîl girtine.

Li ser jimara leşkerên Sûdanî agahî nehat dayîn û heya niha ji hukumeta Yemenê û ya Sûdanê ti deng nehatiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin