PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Hakkariyê di navbera du malbatan de pevçûn derket û kesê bi navê İsmail Arslan bi demançê Nasır Erdal birîndar kir. Li ser pevçûnê, camên gelek dukkanan şikiyan û gelek kes hatin binçavkirin. Li gor ragihandina medyayê; serokê MHP ê yê Hakkariyê Fatih Özbek bi sedema deynan li Nasır Erdal xistiye.
Piştî bûyerê mirovê Özbek ku di heman wextê de wî diparêze yê bi navê İsmail Arslan çûye teslîmî polîs bûye û gotiye ku ew bi xwe li Nasır Erdal xistiye. Piştî birîndarbûna Nasır Erdal wî birine nexweşxana dewletê ya Hakkariyê lê ji wê derê jî wî birine nexweşxana bajarê ya Wanê ya Perwerdê û Lêkolînê.
Ji ber di nav bajêr de di navbera her dû terefan de rageşî zêde çêbûye, polîs gelek kesan xistiye binçav.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin