PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1002 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 23 kes jî mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro Duşemê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1002 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 433 kes li Hewlêrê, 179 kes li Silêmaniyê, 280 kes li Duhokê, 9 kes li Helebceyê, 35 kes li Helebceyê û 66 kes li Raperînê ne.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 23 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 5 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 7 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 3 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1393 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 480 kes li Hewlêrê, 539 kes li Silêmaniyê, 324 kes li Duhokê, 22 kes li Helebceyê, 24 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên ji destpêka pandemiyê ve gihîşt 357313 kesan, ya mirinan bû 6308 kes û heta niha 335858 nexweş jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin