PeyamaKurd – Servîsa Ewlehiya Niştimanî ya Iraqê ragihand ku îro 8ê Kanûnê, avahiya wan a navendî ya li Bexdayê rastî êrîşeke moşekî hatiye.
Li gorî daxuyaniyê di êrîşa ser avahiya Servîsa Ewlehiya Niştimanî ya Iraqê de ku li Herêma Kesk a Bexdayê, ziyanên madî li ser çend wesayîtan û avahiyan çêbûne.
Hate diyarkirin ku dê kirdarên êrîşan bên desteserkirin û radestî dadgehê bên kirin.
Hêjayî gotinê ye, îro beyaniyê jî Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê rastî êrîşên moşekî hatibû û Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ew êrîş wekî êrîşa terorê pênase kiribû û daxwaza radestkirina kirdarên êrîşan kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin